Ji Amerîka, Rûsya û Fransayê ji bo Qerebaxa Çiyayî banga agirbestê

Ji Amerîka, Rûsya û Fransayê ji bo Qerebaxa Çiyayî banga agirbestê

Di daxuyaniya Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê, Segey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê û Jean-Yves Le Drîanê Wezîrê Karên Derva yê Fransayê îmze kirin da pevçûnên li Qerebaxa Çiyayî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku pevçûnên li herêma Qerebaxa Çiyayî zehf zêde bûn û wiha hat gotin: "Wezîr hem li xeta herêma temasê ya Qerebaxa Çiyayî hem jî li herêma bi îxtilaf a Qerebaxa Çiyayî êrîşên li sivîlan tu carî qebûl nakin û dibêjn ku tehdîdeke mezin e."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Koma Mînskê ya di banê Teşkîlata Hevkarî Ewlekariyê ya Ewropayê da bi destê Amerîka, Fransa û Rûsyayê hat avakirin ji rêveberiyên Baku û Erîvanê xwestin ku bira bêyî şert û acil agirbestê îlan bikin û wiha hat gotin: 

"Welatên hevserok ên Koma Mînskê, wezifeya ku AGÎT û civaka navneteweyî emanetî wan kirine biryardar e ku wezîfeya xwe bike. Di vê çarçoveyê da ew ê bi aliyan ra têkiliyên xwe qeyîn bikin û bidomînin û bangî herdu aliyan bikin ku li gor rêgezên sereke û belgeyên navneteweyî pêvajoya çareseriyê dîsa bidin destpêkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE