Ji Amerîkayê bo lihevkirina li îdlibê daxuyaniya "kêfxweşiyê"

 Ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê hat daxuyandin ku ew ê ji her cure hewldanên samîmî yên ku dê li Sûriyeyê tundiyê kêm bikin, kefxweş bibin û wiha hat gotin, "Em hêvî dikin ku sekinîna pevçûnan (li Îdlibê) dê rengekî mayînde werbigire."

Ji Amerîkayê bo lihevkirina li îdlibê daxuyaniya "kêfxweşiyê"

 Ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê hat daxuyandin ku ew ê ji her cure hewldanên samîmî yên ku dê li Sûriyeyê tundiyê kêm bikin, kefxweş bibin û wiha hat gotin, "Em hêvî dikin ku sekinîna pevçûnan (li Îdlibê) dê rengekî mayînde werbigire."

Berdevkekî Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ku daxuyanî da peyamnêrê AAyê, lihevkirina li ser Îdlibê ya Tirkiye û Rûsyayê nirxand.

Berdevkê wezaretê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku Amerîka di nava mizakereyên hikûmetên Tirk û Rûs da tuneye.

Berdevk wiha got, "Me ji wê yekê cesaret stand ku Tirkiye û Rûsya gavan davêjin da ku li Îdlibê pêşiyê li êrîşeke eskerî ya rejima Esed û mitefiqên wê bigirin. Li Sûriyeyê her gav û hewldaneke ku dê tundiyê kêm bike, ji bo me ciyê kêfxweşiyê ye. Em hêvî dikin ku sekinîna pevçûnan (li Îdlibê) dê rengekî mayînde werbigire." 

Berdevk bal kişand, êrîşeke muhtemel a rejima Esed a dijî îdlibê, dê hem li bajêr û hem jî li herêmê bibe sedemê rûxîneke pir cidî û wiha got, "Fikara me ya ji ber çalakiyên rejima Esed ên bêîstiqrarkirina Îdlib û ciyên din dewam dike. Ji ber vê qasê em ê rewşa li herêmê û gavên rejimê ji nizîk va bişopînin."

- Ji Pentagonê daxuyanî

Ji aliyekî din va ji berdevkên Pentagonê Bînbaşi Sean Robertson ku daxuyanî da peyamnêrê AAyê, der heqê lihevkirina Îdlibê ya Tirkiye û Rûsyayê da wiha axivî, "Amerîka, ji bo ku li Sûriyeyê tundî kêm bibe, alîkariyên mirovî bêyî astengî biçin, DEAŞ û terorîstên din têk biçin û çareseriyeke siyasî ya pêbawer çêbibe, piştgiriyê dide her pêşveçûnekê."

Bînbaşi Robertson herwiha ew yek dubare kir ku Amerîka dê piştgiriyê bide mizakereyên Sûriyeyê ku li Cenevreyê dewam dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 14:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE