Ji Amerîkayê daxuyaniya Sûriyeyê

Konseya Ewlekariyê ya NYyê li ser rewşa însanî ya li Sûriyeyê axivî...

Ji Amerîkayê daxuyaniya Sûriyeyê

Jonathan Cohenê Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Amerîkayê li ser mitebeqata pêkanîna agirbesta li Îdlibê ya Tirkiye û Rûsyayê li hev kiribûn got, "Agirbest ji bo parastina 3 milyon sivîlî û sînorên Tirkiyeya mitefîqê me yê NATOyê zehf girîng e."

Konseya Ewlekariyê ya NYyê li ser rewşa însanî ya li Sûriyeyê axivî.

Jonathan Cohenê Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Amerîkayê li konseyê axivî û got alîkariya NYyê şandibû kampa Ruqbanê ya li sînorê Sûriye-Urdinê di 30 rojî da gihîşte herêmê û bangî Rûsya û Îranê kir ku ji bo hetanî adarê carekî dîsa alîkariya mirovahiyê bişînin herêmê bira derfetan çêbikin.

Cohen ji bo bomberana ku ji ber wê 20 hezar sivîlî berî xwe dan sînorê Tirkiyeyê got di fikaran da ne û wiha pê da çû: "Ji bo pêşî li felaketekê bibirin û mirovan mihefeze bikin Amerîka bangî hemû aliyan dike ku bira guh bidin agirbesta Tirkiye û Rûsyayê îmze kirin. Agirbest ji bo parastina 3 milyon sivîlî û sînorên Tirkiyeya mitefîqê me yê NATOyê zehf girîng e."

Vassily Nebenziayê Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Rûsyayê jî got her çiqasî li Sûriyeyê pevçûn kêm bibin jî li Îdlibê û rojhilatê Feratê rageşî derdikeve û li bakurê Sûriyeyê rewş hesas e.

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 10:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE