Ji Amerîkayê daxuyaniya Sûriyeyê

Robertson: "Li rojhilata bakurê Sûriyeyê bi taybetî jî herêmên ku eskerên Amerîkayê lê ne an jî nêzîk in, heke aliyek bi tena serê xwe gavekê biavêje ev gav fikar e û em van gavên bi vî rengî wek gavên nayên qebûlkirin dibînin"

Ji Amerîkayê daxuyaniya Sûriyeyê

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir, "Li rojhilata bakurê Sûriyeyê bi taybetî jî herêmên ku eskerên Amerîkayê lê ne an jî nêzîk in, heke aliyek bi tena serê xwe gavekê biavêje ev gav fikar e û em van gavên bi vî rengî wek gavên nayên qebûlkirin dibînin."

Ji berdevkên Pentagonê Serdar Sean Robertson daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku seba fikarên ewlehiyê yên li herêmê çareseriya tekane di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da kordînasyon û piştevaniya dualî ye.

Robertson diyar kir, kordînasyon, tevkarî û piştevaniya navbera herdu welatan girêdayî xebatên Koma Xebatê ya Payebilind a Sûriyeyê û bi Tirkiyeyê ra ji nêz va xebat e.

Robertson meriv dikare ewlehiya ser sînoran bi diyalogê bidomîne û wiha dewam kir, "Operasyonên eskerî yên bêkordînasyon wê zirarê bide berjewendiyên hevpar."

Serdar Robertson der heqê daxuyaniyên ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo operasyona dijî rojhilata Feratê dan da wiha axivî:

"Li rojhilata bakurê Sûriyeyê bi taybetî jî herêmên ku eskerên Amerîkayê lê ne an jî nêzîk in, heke aliyek bi tena serê xwe gavekê biavêje ev gav fikar e û em van gavên bi vî rengî wek gavên nayên qebûlkirin dibînin."

Robertson bal kişand ku têkoşîna bi DEAŞê ra tê dayîn dewam dike û wiha dewam kir, "Hêzên koalîsyonê bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ku vê gavê li Geliyê Ferata Navîn li dijî DEAŞê şer dikin ra ji nêz va dixebite."

Heman daxuyanî ji aliyê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê va jî hat dayîn.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Civîna Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyeyê da wiha axivîbû:

"Dilgel her tiştî bi şertê ku em di mijarên rast da werin bal hev, em Amerîkayê wek mitefîqê xwe yê stratejîk ê ku em ê di paşerojê da bi hev ra rê bimeşin, dibinîn. Her çend di mijara Sûriyeyê da ku em wek meseleya beqaya welatê xwe dibînin, em wek hev nafikirin, divê em destûrê nedin ku ev mijar di paşerojê da ji tevkariyên me yên mezintir ra bibe asteng. Bi vê helwestê va me got ku em ê operasyona xwe ya ji bona ku rojhilatê Feratê ji rêxistina terorê ya cudakar paqij bikin di nav çend rojan da bidin despêkirin. Ez bi taybetî jî vê yekê dibêjim ku hedefa me bi tu awayî eskerên Amerîkayê nîne, mensûbên rêxistina terorê ye ku li herêmê fealiyetê dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2018, 12:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE