Ji Amerîkayê ji bo Ukraynayê alîkarî

Amerîka wê 100 milyon dolar alîkariya eskerî ya nû bide Ukraynayê

Ji Amerîkayê ji bo Ukraynayê alîkarî

Rêveberiya Amerîkayê ji envanterên artêşa xwe wê bergîdana 100 milyon dolarî çek û cebilxaneyên nû bide Ukraynayê.

Berdevkê Wezareta Parastina (Pentagon) Amerîkayê John Kirby daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Îro rêveberiya (Serokê Amerîkayê Joe Bîden) Amerîkayê ji bo pêwîstiya bilez a Ukraynayê ku bikaribi welatê xwe biparêzin moşekên Javelînê yên zirx qul dikin jî tev bi bergîdana 100 milyon dolarî wê alîkariyeke nû bide, erê kir."

Kirby destnîşan kir ku ew moşekên Javelînê wê ji envanterên artêşa Amerîkayê bên temînkirin.

Di berdewamiya peyama xwe da Kirby bi bîr xist ku ji roja Bîden dest bi wezîfeyê kiriye heta niha Amerîkayê ji 2,4 milyar dolarî zêdetir alîkarî da Ukraynayê û 1,7 milyarê vê alîkariyê ji dema Rûsyayê li hemberî Ukraynayê şer îlan kir vir va hat dayîn.

Wezîrê Karên Derveyê Amerîkayê Antony Blinken jî der barê mijarê da daxuyanieke nivîskî weşand û ragihand ku li ser telîmata Bîden wê ji envanterên artêşa Amerîkayê bi bergîdana 100 milyon dolarî moşekên zirx qul dikin bidin Ukraynayê.

Blinken destnîşan kir ku Amerîka tevlî mitefîk û şirîkên xwe sekna xwe ya ji bo parastina yekîtiya ax û serxwebûna Ukraynayê bi biryardarî didomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE