Ji Amerîkayê sinyala bincilkirina cinayeta Kaşikçi

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî John Bolton îdia kir, qeydên der heqê kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi da nîşan nadin ku beşdariya Mîrzeyê Welîehd ê Siûdî Mihemed bin Selman heye.

Ji Amerîkayê sinyala bincilkirina cinayeta Kaşikçi

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî John Bolton îdia kir, qeydên der heqê kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi da nîşan nadin ku beşdariya Mîrzeyê Welîehd ê Siûdî Mihemed bin Selman heye.

Bolton ku ji bo Zîrweya Yekîtiya Neteweyan a Rojhilatê Başûrê Asyayê ya 33yemîn (ASEAN) li Singapurê ye, li vê derê daxuyanî da rojnamegeran û îdia kir ku kesên qeyd guhdarî kirin, negihîştin wê encamê ku tiliya Mîrzeyê Welîehd ê Siûdî tê da heye.

Bolton diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pir dixwaze wê rastiyê hîn bibe bê ka di 2yê cotmehê da ku vê rojê Kaşikçi hat kuştin, li Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê çi qewimî û wiha got, "Min bi xwe qeyd guhdarî nekir, lêbelê nirxandina yên ku guhdarî kirin ew e ku bi tu awayî eleqeya Mîrzeyê Welîehd bi cinayetê ra tuneye."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya 10ê mijdarê ya li ser kuştina Kaşikçi da eşkere kiribû ku qeyd û axaftin bi Erebistana Siûdî, Amerîka, Almanya, Fransa û Îngiltereyê dan guhdarîkirin.

Rojnameya The New York Times (NYT) a Amerîkayî cih dabû wê îdiayê ku ji 15 kesên ku seba sûîqesda Kaşikçi hatin Tirkiyeyê, yekî jê di axaftina xwe ya bi têlefonê ya piştî cinayetê da Mîrzeyê Welîehd Mihemed bin Selman qesd kir û wiha got, "Ji patronê xwe ra bêjin, mirovan karê xwe kuta kir."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 11:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE