Ji Artêşa Lîbyayê li dijî wesayîtên eskerî yên milîsên Hefter operasyon

Unsûrên asîmanî yên Artêşa Lîbyayê li dijî wesayîtên eskerî yên milîsên Hefter operasyon dan destpêkirin.

Ji Artêşa Lîbyayê li dijî wesayîtên eskerî yên milîsên Hefter operasyon

Unsûrên asîmanî yên Artêşa Lîbyayê li herêma Gariyatê ya li başûrê paytext Trablusê operasyona asîmanî bir ser 2 wesayîtên eskerî yên milîsên serokê derbekar Xelîfe Hefter.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya berdevkê fermî yê Artêşa Lîbyayê Yarbay Mihemed Kununu, unsûrên asîmanî yên Artêşa Lîbyayê, kamyoneke veguhestinê û wesayîteke ku milîsên Hefter ên xwe ji êrîşê ra amade dikirin tê da bûn, kirin armanc.

Kununu diyar kir ku operasyona asîmanî li herêma Gariyatê ku qedera 270 kîlometre li başûrê paytext Trablusê dimîne hat kirin, lê der heqê mirî û birîndaran da agahî neda.

- Milîsên Hafter roket avêtin başûrê paytextê

Hat ragihandin ku milîsên Hafter êrîşên xwe yên roketê yên dijî cîwarên sivîl ên li başûrê paytext Trablusê didomînin.

Qanala televîzyonê Fabruary ku navenda wê Trablus e, ragihand ku milîsên Hefter ji nîvê şevê şûnva bi roketên Grad êrîşî herêma El-Hadba ya paytextê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE