Wezareta Parastina Azerbeycanê artêşa Ermenistanê ya ku bi ser cih û warên sivîlan da guleyan dibarîne, hişyar kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe da ragihand ku artêşa Ermenistanê ji serê bibehê pê va bi ser bajarê Terterê da guleyan dibarîne û daxuyanî wiha dewam kir: "Em cara dawîn Ermenistanê hişyar dikin. Ji bo tewdîr hildanê em ê jî bersiv bidin."
Ji hêla din va wezaretê dîmenên tank û wesayîtên bizirx ên aîdê Ermenistanê ku di şer da hatin berterefkirin, weşand.
Duh danê sibehê li ser eniya di navbera Ermenistan-Azerbeycanê da hêzên Ermenî bi ser cih û warên sivîlên li Azerbeycanê da gule barandin û li ser vê jî şer dest pê kiribû.
Artêşa Azerbeycanê jî li hemberî vê dest bi êrîşê kiribû û hin cih ji ji dagirkeriyê rizgar kiribû.
AA