Ji Baradey bo Misrê rexneya mafê mirovan

Alîkarê berê yê Serokkomarê Misrê Mihemed el-Baradey pêpeskirina mafên mirovan a li welatê xwe rexne kir û got ku ev yek dê zirarê bide siberoja Misrê

Ji Baradey bo Misrê rexneya mafê mirovan

Alîkarê berê yê Serokkomarê Misrê Mihemed el-Baradey bertek nîşanî pêpeskirina mafên mirovan a li welatê da.

Baradey di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da bal kişand ser hinek binpêkirinên ku li Misrê vê axiriyê li dijî siyasetmedar û aktîvîstan hat kirin û got ku ev yek dê zirarê bide siberoja welêt.

Alîkarê berê yê Serokkomarê Misrê Baradey di peyama xwe da wiha got:

"Endazyar Yehya Huseyîn Ebdulhadî hat binçavkirin û nayê zanîn li kuderê ye, endazyar Eşref Şahata û Dr. Mistefa en-Necar wenda ne, Dr. Ebdulmunîm Ebû'l Futuh, Dr. Şadî el-Xezelî Herb û Dr. Hazim Ebdulezîm di hebsa hucrê da ne. Ev, ji wan nimûneyan bi tenê çend kes in ku nayê jimartin. Rê û rêbaza ku dê (Misrê) ber bi siberojê bibe ne ev e."

Li Misrê piştî ku di 3yê Tîrmeha 2013an da artêşê dest danî ser rêveberiyê, Serokê berê yê Dezgeha Vejena Atomê ya Navneteweyî Baradey tayînî alîkariya serokomar kirin. Lêbelê piştî ku di 14ê Tebaxa 2013an da li meydanên Rebîe û Nehdayê midaxale hat kirin û xwîn hat rêtin. Digel ku ji bo lihevkirinê rêyên siyasî vekirî bûn, hêzên ewlekariyê midaxaleyî xwepêşandanên dijî derbeyê kiribû û Baradey jî wekî protestokirina vê yekê ragihandibû ku wî îstifa kir.

Baradey ku yek ji wan kesan e ku xelkê Misrê ji bo wan dibêje "derbeyê ser zarokên xwe xwar". Baradey herwiha ji wan kesan bû ku di destpêkê da herî zêde alîkarî didan pêvajoya derbeyê.

Siyasetmedarê berê Baradey ku ji ber qewimînan ji Misrê çû û li derva jiyana xwe didomîne, ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ku ji 6 milyonan zêdetir şopînerên wê hene ra bi piranî qala meseleyên li ser Misir û alema Erebî dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE