Ji Barzanî banga "bira Şengal bibe parêzgeh"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew yek pêşniyaz kir ku Şengala navçeya Mûsilê bibe parêzgeh

Ji Barzanî banga "bira Şengal bibe parêzgeh"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî bang kir ku Şengala navçeya Mûsilê ku xelkê wê bi piranî Êzdî ne, bibe parêzgeh.

Cenazeyê rêberê ruhanî yê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg ku li Almanayê hefteya derbasbûyî çû ber rehma Xwedê, li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî, gelek rayedar, nûnerên mîsyonên biyanî û kesên sereke yên civaka Êzdiyan beşdarî merasimê bûn.

Barzanî di axaftina xwe ya li vê derê da bang kir ku Şengala navçeya Mûsilê bibe parêzgeheke cuda û herwiha got ku ew ligel Bexdadê li ser vê mijarê dixebitin.

Barzanî qala jinûva avedanîkirina Şengalê kir û wiha got, "Ji bo îmara Şengalê em bi Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û civaka navneteweyî ra dixebitin."

Barzanî êrîşên rêxistina terorê DEAŞê ên dijî Êzdiyên Şengalê da bibîrxistin û wiha dewam kir, "Em ê drama Êzdiyan ji bîr nekin. 3 hezar û 342 Êzdî hatin rizgarkirin, lêbelê hê jî 3 hezar û 75 kes wenda ne."

Nêçîrvan Barzanî herwiha bal kişand ku ew ê xebatên xwe yên dîtina Êzdiyên ku bi destê DEAŞê hatin revandin, bidomînin.

Rêberê ruhanî yê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg 28ê rêbendanê li bajarê Hannover ê Almanyayê li nexweşxaneya ku tedawî lê didît, di 86 saliya xwe da miribû.

Cenazeyê Mîr Tehsîn Beg dê sibê li Şêxana navçeya Duhokê bi merasima dînî were veşartin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE