Ji Barzanî daxuyaniya "aboriya li ser neftê"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî: "Divê em dahata xwe herî zêde ji çandinî, turîzm û sanayiyê bi dest bixin."

Ji Barzanî daxuyaniya "aboriya li ser neftê"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê aboriya wan ne tenê li ser neftê be û wiha dewam kir, "Divê em dahata xwe herî zêde ji çandinî, turîzm û sanayiyê bi dest bixin."

Li Hewlêrê Fuara Turîzmê ya Rojhilata Navîn a 2yemîn hat lidarxistin û fîrmayên turîzmê yên Tirk jî beşdar bûnê. Barzanî di vekirina fuarê da axivî û li ser dahata malî ya herêmê sekinî.

Barzanî diyar kir, divê aboriya HKIyê ne tenê li ser neftê be û wiha dewam kir, "Piraniya dahata xwe ne ji neft û çavkaniyên binerd, divê em bi çandinî, turîzm û sanayîyê temîn bikin. Divê HKI ji rewşa ku salên dawîn da derbas kir, ders hilde. HKI dikare bi sektorên turîzm, çandinî û sanayiyê xwe ji talûke û rîska aboriya li ser neft û xaza siruştî xelas bike."

Barzanî li ser têkiliyên Bexda û Hewlêrê jî sekinî û wiha dewam kir:

"Ji bo têkiliyên me û Bexdayê hêvîdar in. Em dixwazin pirsgirêkên xwe û hikûmeta navendî ya Iraqê gav bi gav di çarçoveya destûra bingehîn da çareser bikin. Ez hêvî dikim ku xurtbûna têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê ji bo karsazan bibe teşwîq û bi vê wesîleyê li herêmê firsenda kar çêbibe."

Ji 20 welatî 250 fîrma beşdarî Fuara Turîzmê ya Rojhilata Navîn a 2yemîn dibin û fuar wê 4 rojan dewam bike.

Ji sedî 90ê dahata Iraqê ji nefta xam a ku ji bîrên li başûr, naverast û bakurê welêt tê derxistin û ji piyaseya dinyayê ra tê îxrackirin tê bidestxistin.

Wezîrê Neftê yê Iraqê Samir Gadban si meha sibatê da daxuyandibû ku HKI rojê 420 hezar warîl neftê derdixe.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE