Ji Barzanî daxuyaniya li ser "Pirsgirêka Kerkûkê"

PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwazin di şûna Rakan Seîd ê ev du sal e wek wekîl Walîtiya Kerkûkê dike da namzedekî Kurd bê tayînkirin. Piştî lihevkirinê Barzanî jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Ji Barzanî daxuyaniya li ser "Pirsgirêka Kerkûkê"

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê Berê yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku pirsgirêka Kerkûkê bi tenê pirsgirêkeke du partiyan û yan jî meseleke nîqaşa siyasî nîne, ew pirsgirêkeke kevn, siyasî, dîrokî ye û mijareke piralî ye.

PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwazin di şûna Rakan Seîd ê ev du sal e wek wekîl Walîtiya Kerkûkê dike da namzedekî Kurd bê tayînkirin. Piştî lihevkirinê Barzanî jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya xwe ya nivîskî da Barzanî got: "Pirsgirêka Kerkûkê bi tenê pirsgirêkeke du partiyan û yan jî meseleke nîqaşa siyasî nîne. Bi rastî Kerkûk ji hêla dîrokî û siyasî va jî kevn e û bi mijara xwe pirsgirêkeke mezin û piralî ye."

Barzanî destnîşan kir ku lihevkirina herdu aliyan ji bo bajarê rewşeke derasayî lê heye gaveke girîng bû lewra ji niha pê va divê aliyên Kurd rewşa ewlehî û îdarî ya Kerkûkê çêtir bikin, ji gel ra xizmetê bikin û di heman demê da jî pirsgirêkên ketine ser hev çareser bikin.

Di daxuyaniya xwe da Barzanî ragihand ku Walîtiya Kerkûkê jî di nav da divê hemû pirsgirêkên bajêr ewilî di navbera HKI û hikûmeta navendî ya Iraqê da bên çareserkirin û wiha pê da çû: "Encama ku derket holê jî divê pêşkêşî hemû aliyên li Kerkûkê dijîn, bê kirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Tîrmeh 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE