Ji Bîden hişyariya "yên ku midaxaleyê hilbijartinan bike dê bedêla wê bide"

Ji Bîdenê namzedê serokatiyê yê Demokrat ji bo Rûsya û welatên din hişyariya "yên ku midaxaleyê hilbijartinan bike dê bedêla wê bide"

Ji Bîden hişyariya  "yên ku midaxaleyê hilbijartinan bike dê bedêla wê bide"

Joe Bîdenê namzedê Demokrat ê serokatiya Amerîkayê hişyarî da Rûsya û welatên din ku heke midaxaleyî hilbijartinan bikin dê bedêla vê yekê bidin.

Bîdenê alîkarê serok ê berê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku "Ez hişyarî didim Kremlînê û hikûmetên biyanî yên din, heke wek serok bêm hilbijartin dê yên midaxaleyî hilbijartinên birêvebiriya Amerîkayê kirine bedêleke saxlem û mawe dirêj bidin."

Bîden diyar kir ku dê midaxaleya biyaniyan a ji bo hilbijartinên Amerîkayê wekî çalakiyeke "dijminane" binirxîne  û ev gotin: "Tu niyeta min tune ku ez bi Rûsyayê ra yan jî welateke din ra rageşiyê bilind bikim. Ez tercîh dikim ku birêvebiriya min hemû enerjiya xwe bide ku civaka navneteweyî bîne bal hev, dijî Kovîd-19, birîna wê ya aborî û pirsgirêkên navneteweyî yên din ên ku dibin sedema mitaleyan."

Kesê ku dê hilbijartina di 3yê sermaweza 2020an da qezenc bike dê 20ê kanûna paşîn a 2021î da li Qesra Spî li ser meqamê serokatiyê rûnê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE