Ji ber çalakiyên alîgirên Sadr li Parlementoya Iraqê rûniştin hatin rawestandin

Ji ber çalakiyên alîgirên Sadr li Parlementoya Iraqê rûniştin hatin rawestandin

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed el-Halbusî ragihand ku li paytext BExdayê ji ber çalakiyên li parlementoyê yên alîgirên Muqteda es-Sadrê serokê Hereketa Sadr rûniştin heta biryareke din hatin rawestandin. 

Halbusî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li INAya ajansa fermî ya Iraqê da diyar kir ku welat ji demên dijwar û hesas derbas dibe û ragihand ku nelhivekirinên fikrî heta nelihevkirinên di navbera aliyên siyasî da li welatên bingeha wan demokrasî ye rewşeke normal e. 

Halbusî destnîşan kir ku nelihevkirina çiqas mezin bin bila bibin çareserî diyalog e û bangî hemû aliyên siyasî kir ku divê berjewendiyên welêt serdest bên girtin. 

Halbusî da zanîn ku di vê çarçoveyê da ji bp ewlehiya gel û berpirsyariyên neteweyî ê mafên destûra bingehîn heta biryareke duyemîn rûniştinên parlementoyê hatin rawestandin û bangî xwepêşandêran kir ku çalakiyên aştiyane bikin û malê dewletê biparêzin. 

Halbusî herwiha bangî Serokwezîr û Sererkan Mistefa el-Kazimî kir ji bo ku saziyên dewletê û xwepêşandêran biparêzin bila tevdîrên hewce bên hildan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE