Ji ber erdheja li Çînê hejmara miriyan zêde dibe

Hat ragihandin ku hejmara kesên di erdheja li Çînê da mirin derkete 12an...

Ji ber erdheja li Çînê hejmara miriyan zêde dibe

Hat ragihandin ku hejmara kesên di erdheja li Çînê da mirin derkete 12an.

Li gor xebera ajansa Şînhuayê, li Şiçuana eyaletê li başûrê rojavayê welêt erd bi lerza 6an hejiya, hejmara miriyan derkete 12an û ya birîndaran jî derkete 125an.

Hat destnîşankirin ku piraniya miriyan di binê malên hilweşiyayî da mabûn, amûrên alîkariyê ji herêmên lê erd hejiya ra şandin.

Navenda Erdhejê ya Çînê diyar kiribû ku duh li Çanhnînga navçeya Yîbîna bajarê Siçuanê erd bi lerza 6an hejiya û erdhej 16 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî diyar kiribû ku mezinahiya erdhejê 5,9 e.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE