ji ber heqareta li Hezretî Mihemed 10 sal ceza

Cezayê hepsê dan kesê li Hezretî Mihemed heqaret kir

ji ber heqareta li Hezretî Mihemed 10 sal ceza

Li Malezyayê 10 sal ceza dan kesê ji ber heqareta li Hezretî Mihemed dihat darizandin.

Li gor xeberên di çapemeniya Malezyayê da hatin weşandin, roja sêşemê ji ber ku li ser medayaya civakî heqaret li Hezretî Mihemed kiriye 4 şikbar hatin binçavkirin. Ji ber mixalefeta li dijî Qanûna Medya û Ragihandinê şikbar derxistin mehkemeyê.

Şikbarekî sûcê xwe qebûl kir ku 10 sal ceza dan wî, hersê şikbarên din sûcên diavêjin ser wan qebûl nekirin û xwestin ku dîsa werin darizanin.

Teşkîlata Polêsên Melazyayê diyar kir ku di van demên dawîn da di medyaya civakî da heqaretên li Hezretî Mihemed û Îslamê zêde bûn, hetanî nika ji tevahiyê welêt 929 îxbar hildan.

Meha çûyî li welêt welatiyekê Çînê ji ber ku di medyaya civakî da heqaret li Hezretî Mihemed kiriye hatibû girtin li ser vê li Kuala Lumpurê çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2019, 09:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE