Ji ber hişkahiya li Afrîkayê bi milyonan kes li ber xelayê ne

Ji ber hişkahiya li Afrîkayê bi milyonan kes li ber xelayê ne

Li rojhilatê parzemîna Afrîkayê ji salên 1980yî vir va hişkesaliya herî tund îsal tê dîtin û ji ber vê hişkahiyê nêzî 13 milyon kes di xelayê da ne.

Di sala 2019ê da piştî îstilaya hespikên gîha, li herêmê hilberîna çandiniyê kêm bû û krîza xidayê dest pê kir. Piştî ku di sê heyamên baranê da jî baran têra xwe nebarî, krîzeke nû ya xidayê derket.

Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku li herêmê di 40 salên dawîn da hişkesaliya herî zêde tê dîtin, heywanên dermale hişk dibin, ji ber tunebûna avê û pirsgirêka xidayê malbatan malên xwe terikandin.

Ji ber tunebûna avê, nexweşiyên ku meriv ji hev hildide jî zêde bûne.

- 13 milyon kes di xelayê da ne

Bernameya Xidayê ya Dinyayê (WFP) daxuyand, welatên ku herî zêde hişkahî lê heye Kenya, Somalî û Etiyopya ye û li van welatan di çaryeka ewil a îsal da 13 milyon kes wê xelayê bikişînin.

Li Etiyopyayê 5,7 milyon kes ji ber hişkahiyê niha li benda alîkariya acîl in, li Kenyayê jî 2,8 milyon kes li benda alîkariyê ne.

Li Somaliyê jî jimara kesên ku mihtacê alîkariyê ne, 3,5 milyon e. Heke alîkarî neyê kirin ev jimar dibe ku derkeve 4,6 milyonî.

Ji ber hişkesaliyê di 23yê mijdara 2021ê da li tevahiya welêt "rewşa acil" hat îlankirin. Li Somaliyê ji ber hişkesaliyê ji niha va nêzî 245 hezar kesan mecbûrî koç kir.

WFPyê hişyarî ku ji ber hişkesaliya li Erître, Etiyopya, Kenya û Somaliyê 5,5 milyon zarok têr naxwin û heke baran jî nebare dibe ku ev jimar derkeve du qatî.

-Li Qiloçê Afrîkayê ji sala 1981î vir va hişkayiya herî zêde bi tesîr heye

Barînên demsalî yên ji dawiya sala 2020î vir va ev cara sêyemîn e ku kêm dibarin û ji ber vê jî li herêmê ji sala 1981ê vir va hişkayiya herî zêde bi tesîr heye.

Ji ber kêmbarînê hişkayî heye û tevlî mirovan heywan jî ji vê yekê zirarê dibînin. Li herêmê piraniya mirovan debara xwe bi heywandariyê dikin lê ji ber hişkayiyê îhtimale piraniya heywanan biqelin.

Li Tanzanyaya welatê Afrîkaya Rojhilat di nav mehekê da ji ber hişkayiyê 62 hezar pez û dewar ji ber xelayê qeliyan. Mirovên dixwazin heywanên xwe biparêzin jî ji herêmê koçî hin deverên din dikin.

Hin komên ji xwe ra cotkariyê dikin jî ji ber kêmasiya avê berê xwe didin hev û şer dikin.

Dîrektorê Herêma Afrîkaya Rojhilat a WFPê Michael Dunford got: "Ji ber hişkayiya li Qiloçê Afrîkayê dîsa dest pê kir û hemû tiştên ajotî dişewitin, heywan ji birçîna diqelin, xelayî zêde dibe.

- 327 milyon dolar hewce dike

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku li Afrîkayê di nav 6 mehên pêş da wê hewcedariya ji 20 milyonî zêdetir kesî bi xwarin û avê hebe.

WFPê jî ragihand ku di nav 6 mehên bê da ji bo alîkariya 4 milyon û 500 hezar kesî bikaribe bê kirin hewcedarî bi 327 milyon dolarî heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE