Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 692, li Meksîkayê jî 473 kes mirin

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê waqieyên Kovîd-19ê 24 hezar û 52 zêde bû û gihîşt milyonek û 368 hezar û 195an.

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 692, li Meksîkayê jî 473 kes mirin

 Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da li Brezîlyayê 692, li Meksîkayê 473 û li Hindistanê jî 423 kes mirin. 

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê waqieyên Kovîd-19ê 24 hezar û 52 zêde bû û gihîşt milyonek û 368 hezar û 195an.

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 692 kes jî mirin û hejmara miriyan jî gihîşt 58 hezar û 314an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 275 hezar û 145 kes bi vîrusê ketin û 14 hezar û 398 kes ji ber vîrusê mirin.

Piştî Sao Pauloyê li Rîo de Janeîroyê 9 hezar û 848 kes mirin û 111 hezar û 883 kes bi vîrusê ketin.

Li welêt 757 hezar û 462 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê nirxandin

- Meksîka

Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 473 kes mirin û hejmara miriyan gihîşt 27 hezar û 121î.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê hejmara pêketiyan jî 3 hezar û 805 kes zêde bû derket 220 hezar û 657an.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû.

- Hindistan

Di rojekê da li Hindistanê jî 423 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê hejmara miriyan gihîşt 16 hezar û 898an.

Di 24 saetên dawîn da li welêt 19 hezar û 212 kes bi vîrusê ketin û hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt 567 hezar û 530.

Heta niha li Hindistanê 334 hezar û 972 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 4emîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE