Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 716, li Hindistanê jî 681 kes mirin

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 716, li Hindistanê jî 681 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 716, li Hindistanê jî 681 kes mirin.

Li Brezîlyaya gelekî di bin tesîra nexweşiyê da man di 24 saetên dawîn da 716 kes ji ber vîrusê mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 716 kesan va hejmara miriyan derkete 79 hezar û 488an, hejmara pêketiyan jî 23 hezar û 529 kes zêde bû derket 2 milyon û 098 hezar û 389an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya ku serjimara wê 46 milyon e, 415 hezar û 49 kes bi vîrusê ketin û 19 hezar û 732 kes ji ber vîrusê mirin.

Li welêt milyonek û 371 hezar û 229 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê nirxandin

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê jî 681 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 27 hezar û 497an.

Li welêt di 24 saetan da 40 hezar û 425 hezar waqieyên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt milyonek û 118 hezar û 42yan.

Li Hindistanê 217 hezar û 423 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 3yemîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE