Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1089, li Brezîlyayê 888, li Meksîkayê jî 522 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1089 kesan va hejmara miriyan derket 69 hezar û 561ê.
Li welêt hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 23 hezar û 179an.
Li welêt het niha 3 milyon û 107 hezar û 223 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê sêyemîn e ku lê herî zêde waqie hene.
- Brezîlya
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 888 kes mirin û hejmara miriyan derket 125 hezar û 502yan.
Li gor daneyan 50 hezar û 1663 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 4 milyon û 91 hezar û 801ê.
Li gor agahiyan hejmara kesên baş bûne jî gihîşt 3 milyon û 278 hezar û 243yan.
Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda şewbê.
- Meksîka
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 522 kesan va hejmara miriyan derket 66 hezar û 851ê.
Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 6 hezar û 196 kes zêde bû û derkete 623 hezar û 90î.
Li welêt heta niha 434 hezar û 667 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.
Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.
Li welêt waqieya ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin û di 19ê adarê da kesek ji ber vîrusê miribû.
AA