Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1096, li Brezîlyayê 834, li Meksîkayê jî 513 kes mirin

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1096, li Brezîlyayê 834, li Meksîkayê jî 513 kes mirin

Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1096, li Brezîlyayê 834, li Meksîkayê jî 513 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1096 kesan va hejmara miriyan derket 68 hezar û 472yan.

Li welêt hejmara pêketiyan derkete 3 milyon û 936 hezar û 747an.

Li welêt het niha 3 milyon û 37 hezar û 151 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê sêyemîn e ku lê herî zêde waqie hene.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 834 kes mirin û hejmara miriyan derket 124 hezar û 614an. 

Li gor daneyan 43 hezar û 773 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 4 milyon û 41 hezar û 638an.

Li gor agahiyan hejmara kesên baş bûne jî gihîşt 3 milyon û 247 hezar û 610î.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda şewbê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 513 kesan va hejmara miriyan derket 66 hezar û 329an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 5 hezar û 937 kes zêde bû û derkete 616 hezar û 894 kesan.

Li welêt heta niha 430 hezar û 287 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt waqieya ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin û di 19ê adarê da kesek ji ber vîrusê miribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE