Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1136, li Brezîlyayê 415, li Meksîkayê jî 217 kes mirin

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1136, li Brezîlyayê 415, li Meksîkayê jî 217 kes mirin

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1136, li Brezîlyayê 415, li Meksîkayê jî 217 kes mirin

ANKARA (AA) - Ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1136, li Brezîlyayê 415, li Meksîkayê jî 217 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1136 kesan va hejmara miriyan derket 79 hezar û 722yan.

Li welêt di rojekê da 92 hezar û 71 pêketî hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 846 hezar û 427an.

Li welêt heta niha 3 milyon û 780 hezar û 107 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene û her wiha di hejmara miriyan da jî dîsa di rêza sêyemîn da ye.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 415 kes mirin û hejmara miriyan derket 131 hezar û 625an.

Her wiha hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon û 330 hezar û 455an.

Li gor agahiyan hejmara rehetbûyan jî gihîşt 3 milyon û 573 hezar û 958an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda şewbê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 217 kesan va hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 70 hezar û 721an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 4 hezar û 408 kes zêde bû û derkete 668 hezar û 381ê.

Li wî welatî heta niha 471 hezar û 623 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE