Li Hindistanê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 837 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 837 kes mirin û hejmara miriyan derket 112 hezar û 998an.
Li gor agahiyan li Hindistanê di rojekê da 62 hezar û 212 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 7 milyon û 432 hezar û 681ê.
Li gor agahiyan heta 6 milyon û 524 hezar û 595 kesên bi şewbê ketin baş bûne.