Ji ber Kovîd-19ê li Brezilyayê hezar û 473 û li Meksikayê 816 kesên din jî mirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Brezilyayê ji ber Kovîd-19ê hezar û 473 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 34 hezar û 21ê.

Ji ber Kovîd-19ê li Brezilyayê hezar û 473 û li Meksikayê 816 kesên din jî mirin

 Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Brezilyayê hezar û 473 û li Meksikayê 816 kesên din jî mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Brezilyayê ji ber Kovîd-19ê hezar û 473 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 34 hezar û 21ê.

Li gor agahiyan 30 hezar û 925 nexweşên teze hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 614 hezar û 941ê.

Li Meksikayê 816 kes mirin

Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksikayê ji ber Kovîd-19ê 816 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 12 hezar û 545an.

Hat diyarkirin 4 hezar û 442 nexweşên teze hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 105 hezar û 680yî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE