Ji ber Kovîd-19ê li Gurcistanê heta 21ê Nîsanê OHAL hat îlankirin

Serokomar Zurabişviliyê di banga neteweyî ya ji ser qanalên têlevizyonê hat weşandin da got: "Ez li seranserê Gurcistanê rewşa derasayî îlan dikim."

Ji ber Kovîd-19ê li Gurcistanê heta 21ê Nîsanê OHAL hat îlankirin

Serokomara Gurcistanê Salome Zurabişviliyê ragihand ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) heta 21ê Nîsanê li çar aliyê welêt Rewşa Derasayî hat îlankirin.

Serokomar Zurabişviliyê di banga neteweyî ya ji ser qanalên têlevizyonê hat weşandin da got: "Ez li seranserê Gurcistanê rewşa derasayî îlan dikim."

Zurabişviliyê destnîşan kir ku ew di çarçoveya Rewşa Derasayî da qedexeya derketina derva nakin rewacê û karantînayê jî îlan nakin.

Serokwezîrê Gurcistanê Gîorgî Gakharîa di civîna çapemeniyê ya îro li dar xist da bangî Serokomarê kir û jê xwest ku bila Rewşa Derasayî îlan bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE