Li Rusyayê jineke 79 salî ya ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) dihat dermankirin mir.
Di daxuyaniya Navenda Pêşîlêbirîn û Kontrola Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rusyayê da hat diyarkirin ku jina 79 ya hat tesbîtkirin bi Kovîd-19ê ketiye ligel midaxeleyan ji mirinê nefilitî.
Hat ragihandin ku nexweşiyên kironîk ên jinikê hebûne.
Bi vî awayî li Rusyayêcara ewil kesek ji ber Kovîd-19ê mir.
Rusyayê duh diyar kiribû ku 147 kes bi Kovîd-19ê ketine.
AA