Li eyaletên Terengganu û Kelantanê ku dikevin bakurê Malezyayê, piştî baranê lehî rabû û 11 hezar û 443 kes ji malên wan hatin texliyekirin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Malezyayê, li Terengganuyê ji dawiya hefteyê vir va lehî rabûye û heta niha 5 hezar û 807 kes ji malên xwe texliye bûn û ew li herêmên din hatin bicihkirin.
Li Kelantanê jî heta niha 5 hezar û 636 kes ji ber lehiyê hatin texliyekirin û li navendên parastinê yên rêvebiriya eyaletê hatin bicihkirin.
Ji aliyê din va Yekeya Avdan û Drenajê ya Kelantanê diyar kir, piştî şiliyê li tevahiya eyaletê av pir bilind bû û talûkeya wê heye.
Hat gotin ku sewiyeya ava Golokê ku li eyaletê ji çemên herî mezin yek e, ji sînorê talûkeyê ku 9 mêtre ye, zêdetir bû û gihîşt 10,47 mêtreyî. Hat gotin ku digel Golokê sewiyeya ava 5 çemên li Kelantanê ji sînorê talûkeyê derbas bûne.
AA