Ji ber lehiya li Îranê rabû 20 kes mirin

Li gor ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê Midûrê Rêveberiya Qeyranê yê Eyaleta Farsê Xelîl Ebdilahî der heqê lehiya piştî baranê rabû da daxuyanî da.

Ji ber lehiya li Îranê rabû 20 kes mirin

Hat ragihandin ku ji ber lehiya li Farsa eyaleta başûrê Îranê rabû 20 kes mirin û 3 kes jî winda ne.

Li gor ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê Midûrê Rêveberiya Qeyranê yê Eyaleta Farsê Xelîl Ebdilahî der heqê lehiya piştî baranê rabû da daxuyanî da.

Ebdilahî destnîşan kir ku li Estehban û Daraba bajarên ser eyaleta Farsê ji 23 kesên di lehiyê da çûn 20 kes mirin û 3 kes winda ne û 15 wesayît jî di avê da çûn.

Di berdewamiya axaftina xwe da Ebdilahî got ku Çemê Rûdbalê rabû û 55 kesên di avê da çûn hatin xilaskirin û ji bo dîtina 3 kesên winda jî xebat dewam dikin.

Serokê Heyvasor a Farsê Hiseyîn Dewrêşî jî got ku li bajarê Estehbanê heta niha 74 kes bi xebata 22 ekîp û 125 kesan va hatin xilaskirin.

Dewrêşî ragihand ku ji ber lehiyê 51 xaniyî zirar dît û wê alîkariyê bidin kesên di lehiyê da zirar dîtine.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE