Ji ber êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû 3 kes hatin girtin

Ardernê di civîna çapmeniyê da diyar kir ku ji ber êrîşa terorê yekê wan welatiyê Awistralyayê 3 kes hatin girtin, tu qeydeke sabiqeyê ya wan kesan tune, navö wan di nav kesên serwêsên îstixbaratê li Zelandaya Nû teqîb dikin da jî tune.

Ji ber êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû 3 kes hatin girtin

Jacînda Arderna Serokwezîra Zelandaya Nû diyar kir ku ji ber êrîşên terorê yên li Christchurcha bajarê welêt di dema nimêja înê da birin ser 2 mizgeftan yekê wan welatiyê Awistralyayê 3 kes hatin girtin.

Ardernê di civîna çapmeniyê da diyar kir ku ji ber êrîşa terorê yekê wan welatiyê Awistralyayê 3 kes hatin girtin, tu qeydeke sabiqeyê ya wan kesan tune, navö wan di nav kesên serwêsên îstixbaratê li Zelandaya Nû teqîb dikin da jî tune.

Arderna Serokwezîra Zelandaya Nû destnîşan kir ku şikbarê welatiyê Awistralyayê yê ku li gelek welatên dinyayê geriya ye û car caran bê pergal hatiye Zelandaya Nû ew ê îro derkeve mehkemeyê.

Ardernê diyar kir ku di êrîşên terorê da 2yê wan nîvotomatîk 5 sîlah hatine bikaranîn û êrîşkar rûxseta sîlahan di sala 2017an da sitandiye, ew ê qanûna sîlahan a Zelandaya Nû biguherînin, kontrolên li sînorê Awistiralyayê zêde bikin û agahiyan bi hev ra parve bikin.

Ardernê got ku li welêt tevdîrên ewlehiyê derxistin asta bilind û ji welatiyan xwest ku bira rewşên li ser şik hene ji polêsan ra bêjin û agahiyan bidin.

Ardernê diyar kir ku di nav kesên ji êrîşê zirar dîtin da welatiyên Tirkiye, Malezya, Erebistana Siûdî, Pakistan, Bangladeş û Endonezyayê hene û ew ê piştî civînê Christchurchê ziyaret bike.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE