Berdevkê Wezareta Karên Derva Hami Aksoy ji bo danezana hevbeş a Misir, Yûnanistan, Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başûr (RRQB), Fransa û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) wiha got, "Nimûneya ibretê ya durûtiya komek welatan e ku bi polîtîkayên xwe va li pey kaos û bêîstiqrariya herêmî ne, ji bo wan ne pirsgirêk e ku hêviya gelan a demokrasiyê qurbanî êrîşkariya bêxem a dîktatorên derbekar bikin, lêbelê gava hesabên wan bi destê Turkiyeyê tê serûbinkirin, berepaşî dibin."
Berdevk Aksoy ji bo pirseke li ser danezana hevbeş a Wezîrên Karên Derva yên Misir, Yûnanistan, RRQB, Fransa û MYEyê bersiva nivîskî da.
Aksoy wiha got:
"Danezana hevbeş a ku Wezîrên Karên Derva yên Misir, Yûnanistan, RRQB, Fransa û MYEyê li ser Behra Spî ya Rojhilat û Lîbyayê weşadin, nimûneya ibretê ya durûtiya komek welatan e ku bi polîtîkayên xwe va li pey kaos û bêîstiqrariya herêmî ne, ji bo wan ne pirsgirêk e ku hêviya gelan a demokrasiyê qurbanî êrîşkariya bêxem a dîktatorên derbekar bikin, lêbelê gava hesabên wan bi destê Tirkiyeyê tê serûbinkirin, berepaşî dibin."
- Danezana hevbeş
Misir, Yûnanistan, Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başûr (RRQB), Fransa û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) bêyî ku qala êrîşên milîsên Xelîfe Hafterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê yên ku dibe sedema kuştina sivîlan bike, ji bo aliyên li Lîbyayê bangewaziya agirbestê kiribû.AA