Ji Biden bo Rûsyayê hem hişyarî û hem jî banga dîplomasiyê

Biden li Qesra Spî der heqê qrîza Ukraynayê da civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên dawîn nirxand.

Ji Biden bo Rûsyayê hem hişyarî û hem jî banga dîplomasiyê

Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da Rûsyayê ku heger êrîşî Ukraynayê bike, Amerîka dê bersiveke tund bide û her wiha got, ji bo çareseriya qrîza Ukraynayê divê her cure şans ji dîplomasiyê ra were dayîn.

Biden li Qesra Spî der heqê qrîza Ukraynayê da civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên dawîn nirxand.

Biden diyar kir, di mijara rageşiya Ukrayna û Rûsyayê da Amerîka ji serê ser da zelal û eşkere ye û wiha got, "Çi dibe bira bibe Amerîka amade ye. Ji bo pêkanîna aştî û îstiqrarê ya li Ewropayê em digel hevkar û mitefiqên xwe ji dîplomasiya digel Rûsyayê ra amade ne. Di heman demê da em ji bo êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê jî amade ne ku hê jî îhtimaleke mezin e."

Biden bal kişand ku Amerîka timî dîplomasiyê dixwaze û wiha dewam kir, "Ji bo ku dîplomasî bi ser bikeve divê em her cure şand nîşan bidin."

Biden da bibîrxistin ku Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand, hin yekîneyan sînorê Ukraynayê terikand û wiha got, "Ev nûçeyeke baş e, lê me ew yek hê piştrast nekiriye ku yekîneyên eskerî yên Rûs vegeriyan baregehên xwe yên sereke. Analîstên me diyar dikin ku Rûsya hê jî di vî warî de tehdîd e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE