Ji bo 4 bajaran hişyariya cemed û aşîtê

Meteorolojiyê ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya cemed û aşîtê da..

Ji bo 4 bajaran hişyariya cemed û aşîtê

Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê da. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê kêm ewrayî be û li derûdorê Wan û Hekariyê jî dibe berf bibare. 

Li herêmê wê cemed û mij çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be û ji hêla bakur va car caran jî ba wê rabe. 

Germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Bidlîsê 6, li Wan û Mûşê 4, li Hekariyê jî 3 pile hat pîvan. 

Germahiya hewayê ya herî zêde li Wanê 1, di bin sifirê da li Hekarî, Mûş û li Bidlîsê 2 pile hat pîvan. 

Li ser Gola Wanê hewa wê ewrsayî û pirewrayî be û ji hêla rojava û başûrê rojavayê jî car caran wê ba rabe. 

Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê, cemed û ciyên bilind jî dibe ku aşît çêbibe û ji ber vê bila welatî baldar û bi tevdîr bin.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE