Ji bo "agirbesta tam" a bo rojhilatê Ukraynayê li hev rûniştin

Piştî Zîrveya Serokan a Çaralî ya Normandiyayê ku ji bo çareseriya krîza Ukraynayê hat lidarxistin, biryar hat sitandin ku heya dawiya salê li rojhilatê welêt agirbesta tam were cîbicîkirin.

Ji bo "agirbesta tam" a bo rojhilatê Ukraynayê li hev rûniştin

Mizakereyên ku serokên Almanya, Fransa, Rûsya û Ukraynayê bi navê Formata Normandiyayê ji bo çareseriya krîza Ukraynayê dan destpêkirin, piştî 3 salan careke din bi rê va çû.

Zîrveya Serokan a Çaralî ya Normandiyayê bi mazûvaniya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Elîzeyê hat lidarxistin.

Berî zîrveya çaralî, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ligel Seroka Almanyayê Angela Merkel û Macron cuda cuda hevdîtinên dualî kirin.

Piştî beşa yekemîn a zîrveya çaralî ku bi qasî du saetan ajot, Putîn û Zelenskiy cara ewil rûbirû li hev rûniştin. Li ser pirsa rojnamegeran, Putîn diyar kir ku ew ji hevdîtinê memnûn e.

Serokên ku di şîvê da cardin hatin cem hev, derbasî beşa duyemîn a zîrveya çaralî bûn. Piştî zîrveya ku qedera 5,5 saet ajot, Macron, Merkel, Putîn û Zelenskiy civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xist û bersiv dan pirsên rojnamegeran.

Ji xeynî vê herwiha piştî zîrveyê, danezaneke hevbeş ku ji van hersê madeyan, "Ji bo edilandina îstiqrara li herêma şer û pevçûnê tedbîrên bilez", "Tedbîrên ji bo cîbicîkirina madeyên siyasî yên Peymanên Minskê" û "Gavên Dûmahîkê" pêk tê, hat weşandin.

Piştî Zîrveya Serokan a Çaralî ya Normandiyayê ku ji bo çareseriya krîza Ukraynayê li Parîsê hat lidarxistin, Macron, Merkel, Putîn û Zelenskiy biryar sitandin ku heya dawiya salê li rojhilatê Ukraynayê agirbesta tam were cîbicîkirin.

Herwiha serokan li ser wê mijarê jî li hev kirin ku herî dereng heya dawiya salê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da pevguhertina dîlan pêk were.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE