Ji bo Alîkarê Serokomarê Îranê yê berê cezayê dardakirinê

Xulam Huseyn Îsmaîliyê Berdevkê Şaxa Darazê ya Îranê diyar kir ku Mihemed Elî Necefiyê Alîkarê Serokomarê Îranê yê berê û Şaredarê Tehranê yê berê yê ku îtiraf kiribû jina xwe kuştiye cezayê dardakirinê xwar

Ji bo Alîkarê Serokomarê Îranê yê berê cezayê dardakirinê

Xulam Huseyn Îsmaîliyê Berdevkê Şaxa Darazê ya Îranê diyar kir ku Mihemed Elî Necefiyê Alîkarê Serokomarê Îranê yê berê û Şaredarê Tehranê yê berê yê ku îtiraf kiribû jina xwe kuştiye cezayê dardakirinê xwar.

Li gor medyaya Îranê Îsmaîlî li Tehranê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku cezayê dardakirinê dan Necefî.

Îsmaîlî destnîşan kir ku ji bo biryarê rêya temyîzê vekirî ye.

Necefiyê demeke dirêj wezifeyên wekî Wezîrtiya Perwerdeya Neteweyî û Alîkariya Serokomariyê kiribû û ji reformîstên sereke yên Îranê bû di 28ê gulanê da Mîtra Ostada xanima xwe ya 2yan bi sîlahê kuştibû. Necefî piştî kuştina jina xwe teslîmî polêsan bibû û îtiraf kiribû ku jina xwe kuştiye.

Mihemed Elî Necefiyê di heyama Elî Ekber Haşîmî Refsancanyiê Serokomarê Îranê yê berê da Wezîrtiya Perwerdeya Neteweyî kiribû demekê jî ji bo Serokomar Rûhanî bibû alîkarê Serokomar û di sala 2017an da wekî Şaredarê Tehranê hatibû hilbijartin.

Necefî par beşdarî çalakiyeke zarokan tê da reqs kiribûn bibû ji ber vê gelekî hatibû rexnekirin û paşê tenduristiya xwe wekî sedem nîşan da bû û îstifa kiribû.

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE