Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo sipasiya Tirkiyeyê kir ku di têkoşîna cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da alîkariya tibî da wan û wiha got, "Gelê Amerîkayê ji bo dostanî, hevkarî û piştgiriya we, minetdarê we ye."
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo wêneya balafira eskerî ya kargoyê ya ku ji Tirkiyeyê alîkariya tibî bir Amerîkayê û li Baregeha Asîmanî Andrewsê danî, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.
Wezîr Pompeo di peyama xwe ya Twitterê da wiha got, "Di demên krîzê da mitefiqên NATOyê divê li cem hev bin. Em ji ber alîkariya wê ya comerd a di warê çavkaniya tibî û ekîpmanê parastinê ya ji bo têkoşîna me ya dijî Kovîd-19ê da sipasya Tirkiyeyê dikin. Gelê Amerîkayê ji bo dostanî, hevkarî û piştgiriya we, minetdarê we ye."
- Destê alîkariyê yê Tirkiyeyê gihîşt Amerîkayê jî
Balafira eskerî ya kargoyê ya cure A400M ya TSKyê ku li ser telîmata Serokomar Recep Tayyip Erdogan alîkariya tibî bir Amerîkayê, bi dema Amerîkayê dora 17.30yî (bi dema Tirkiyeyê 00.30) li Baregeha Asîmanî Andrewsê ya li nêzîkî Washingtonê danîbû.
Hatibû ragihandin ku di kolîyan da 500 hezar maske, 400 hezar berek, 2 hezar lître dezenfektan, 500 rûparêz, 400 maskeyên N95 û 1500 berçavkên parastinê hene.AA