"Ji bo çareserkirina pirsgirêkan me hin pêşniyaz birin Bexdayê"

Barzanî îdia kir ku "Qanûnî nîne ku hikûmeta navendî ya Iraqê budçe û mehaneyên karmendan ên ku mafê HKIyê yê ji destûra bingehîn e biriye û Bexda girêdayî peymana dibêje ku hember teslîmkirina dahata neftê ya 250 hezar warêlê şandina budçeya 900 milyon dolarî nema."

"Ji bo çareserkirina pirsgirêkan me hin pêşniyaz birin Bexdayê"

 Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî îdia kir ku "Qanûnî nîne ku hikûmeta navendî ya Iraqê budçe û mehaneyên karmendan ên ku mafê HKIyê yê ji destûra bingehîn e biriye û Bexda girêdayî peymana dibêje ku hember teslîmkirina dahata neftê ya 250 hezar warêlê şandina budçeya 900 milyon dolarî nema."

Li gor daxuyaniya di malpera Serokwezîriyê ya HKIyê Barzanî li avahiya xwe ya li Hewlêrê bi Jeanine Hennis Plasschaera Berpirsyara Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî ra hat val hev û li ser têkoşîna Iraqê ya dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê sekinî.

Barzanî parast ku biryara Bexdayê ya ku 21 nîsanê da ya wekî di dayîna budçe û mehaneyên karmendan a HKIyê da jêbirînê bikin dijî qanûnan e û ev mijar dijî gelê HKIyê wekî hêmaneke tehdeya siyasî tê bikaranîn.

Barzanî got piştî ku li HKIyê di hezîrana 2019an da hikûmeta bin serokwezîrtiya wî da dest bi kar kir piştî demekî kurt ji bo ku pirsgirêk li ser bingeha destûra bingehîn bi awayekî mayînde bên çareserkirin û wekî nîşaneya nîyeta baş Bexda ziyaret kir û wiha axivî: 

"Ji bo ku pirsgirêkên di navbera herdu aliyan da bên çareserkirin me hin pêşniyaz birin Bexdayê. Di encama van teşebûsan da me bi Bexdayê ra di 2019an da di mijara neft û budçeyê da mutebaqatek îmze kir. Li gor vê mutebaqatê HKI dê rojane dahata 250 hezar warêl nefta xam teslîmê Bexdayê bikira û hember vê wek budçe û mehane 900 milyon dolar bistanda. Lêbelê rayedarên li Bexdayê xwe nedan berê ku vê peymanê bi cî bînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE