"Ji bo çêkirina xaniyên Pêşmergeyan hilweşandin alîkarî lazim e"

- Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd: "Ji bo çêkirina malên li 100 gundan zêdetir ên ku bi destê Pêşmergeyan hatine rûxandin, pêwîstiya me bi alîkariya hikûmeta navendî û civaka navneteweyî heye."

"Ji bo çêkirina xaniyên Pêşmergeyan hilweşandin alîkarî lazim e"

Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd wiha got, "Ji bo çêkirina malên li 100 gundan zêdetir ên ku bi destê Pêşmergeyan hatine rûxandin, pêwîstiya me bi alîkariya hikûmeta navendî û civaka navneteweyî heye."

Seîd di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li ber Erebên xelkê gundên Kerkûkê ji bo vegerê bi tenê ew astengî heye ku Pêşmergeyan malên wan hilweşandine û wiha dewam kir, "Ji bo îmar, binesazî, ceyran, av û dabînkirina pêwîstiyên mayîn ên jiyanê yên ji 100î zêdetir gundên ku hatine hilweşandin, pêwîstiya me bi alîkariya hikûmeta navendî û civaka navneteweyî heye."

Seîd bal kişand, ji ber ku ev xanî bi destê Pêşmergeyan hatin rûxandin, însan hesretî mal û stara xwe ne û wiha dewam kir, "Bi sedan Erebên Sunî yên ku gund û nehyeyên wan nehatine îmarkirin, ji sala 2014an vir va ku herêm di wê dîrokê da ketibû bin destê rêxistina terorê DEAŞê, li konbajarên li Kerkûkê dimînin û li ber xwe didin."

Ednan Geydanê xelkê gundê Xirabe Rût ê li başûrê Kerkûkê jî wiha got, "Ji bo ku em bikaribin bisitirin, em dixwazin ku gundê me demildest were avakirin. Li gundên me tu tişt li ser piyan nemaye. Herwiha 14 gundên li rexê gundê me jî hemû hatine rûxandin. Li nehyeyan jî embar û cewên avê, kanalîzasyon û dîregên ceyranê mexsûs hatine rûxandin."

Piştî ku di hezîrana 2014an da rêxistina terorê DEAŞ derket holê û herwiha artêşa Iraqê jî vekişiya, hêzên Pêşmerge li Kerkûk û dewrûbera wê qedera 3 salan ma. Tê îdiakirin, bi hinceta DEAŞê, Pêşmerge li başûrê Kerkûkê 116 gundên Erebên Sunî rûxandin.

Hêzên rêveberiya navendî di 16ê Cotmeha 2017an da ketin Kerkûkê û dawî li desthilata Pêşmergeyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê anî. Rêveberiya Bexdayê ji vê dîrokê şûnda bîrên neftê yên li vî bajarî jî kirin bin kontrola xwe.

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE