Ji bo çekên li Sîrteyê bên paqijkirin Amerîkayê bi aliyên Lîbyayî ra hevdîtin kir

Balyozxaneya Lîbyayê ya Amerîkayê daxuyanî weşand û ragihand ku ji bo çekên li bajarê Sîrte û Cufrayê bên derxistin wan li Libyayê bi herdu aliyan ra hevdîtin kir

Ji bo çekên li Sîrteyê bên paqijkirin Amerîkayê bi aliyên Lîbyayî ra hevdîtin kir

Di daxuyaniya Balyozxaneya Lîbyayê ya Amerîkayê weşand da hat gotin Amerîka ji bo ku çekên li bajarê Sîrte û Cufrayê ne bên derxistin û bazirganiya neftê jî ji nû va û awayek zelal dest pê bike bi berpirsên herdu aliyan ên li Libyayê ne ra hevdîtineke berfireh kir.

Hat gotin ku heyeteke Amerîkayî ya bi pêşengiya Timgeneral Miguel Correayê Dîrektorê Biqidem ê berpirsê Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Konseya Ewlehiya Neteweyî û Balyoz Rîchard Norland bi pergala vîdeo konferansê bi Taceddîn Er-Rezaqiyê Misteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Lîbyayê û Yûsif El Akûriyê Serokê Komîsyona Têkîliyên Derva yê Meclisa Nûneran a Tobrûkê ye ra hevdîtinên cihê cihê kirin.

Di hevdîtina bi Rezaqiyê nûnerê hikûmeta Lîbyayê ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî va tê qebûlkirin û Akûriyê piştevaniya Xelîfe Xefterê pêşêngê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê ye pêk hat da ji herdu aliyan jî hat xwestin ku bila çekên li Sîrte û Cûfrayê ne bên derxistin, li wan deran çareserî bi cih bibe û bazara neftê ya Lîbyayê bi hemû zelaliya xwe ji nû va dest pê bike û ji bo pêk hatina van meseleyan li ser gavên hewce dikin sekinîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Amerîka ji bo li Lîbyayê aştî û aramî pêk bê wê bi lîderên li Libyayê ne ra têkîliya xwe bidomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE