ji bo derbasbûna keştiya koçberan destûra Maltayê

Serokwezîr Muscat der heqê keştiya "Alan Kurdî" ku nava hefteyê li peravên Lîbyayê 40 koçberên bêdestûr xilas kir û Îtalyayê destûr nedayê ku derbasî herêma avên wê yên bejayî bibe, daxuyanî da.

ji bo derbasbûna keştiya koçberan destûra Maltayê

Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat ragihand ku wan destûr da ku keştiya bi navê "Alan Kurdî" ya saziya civaka sivîl a Alman Sea Eyeê ku li Behra Spî 40 koçber xilas kir, derbasî Maltayê bibe.

Serokwezîr Muscat der heqê keştiya "Alan Kurdî" ku nava hefteyê li peravên Lîbyayê 40 koçberên bêdestûr xilas kir û Îtalyayê destûr nedayê ku derbasî herêma avên wê yên bejayî bibe, daxuyanî da.

Muscat di peyama xwe ya li ser Twitterê da wiha got, "Li ser daxwaza Almanyayê, Malta dê destûrê bide ku 40 koçberên di keştiya Alman 'Alan Kurdî' da derbasî bênderê bibin. Hikûmeta Alman û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ew yek eyar kir ku ev hemû kes di nava welatên endamên YEyê da bên belavkirin. Tu koçberek dê li Maltayê nemîne."

Keştiya bi navê "Alan Kurdî" ya saziya civaka sivîl a Alman Sea Eyeê di 31ê tîrmehê roja çarşemê 30 mîl li dûrî peravên Lîbyayê 3 jê zarok yek jê hemle 2 jin, bi tevahî 40 koçber xilas kiribû.

Keştiya Alman ji ber sedemê ku ewle nîne, neçûbû Bêndera Trablusê, şûna wê berê xwe dabû Girava Lampedusa ya Îtalyayê.

Alîkarê Serokwezîrê Îtalyayê û Wezîrê Karên Navxweyî Matteo Salvini ew biryar îzme kiribû ku wê yekê qedexe dike ku keştiya "Alan Kurdî" ya ku nêzîkî Lampedusayê dibe, derbasî nava avên bejayî yên Îtalyayê bibe.

Keştiya ku destûr nedanê derbasî Îtalyayê bibe, îca berê xwe ber bi Maltayê vegerand.AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE