Welatên Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) û Amerîkayê ragihandin, ji çareserkirina pirsgirêkên di ewlehiya xurek a navneteweyî da ew ê 11 milyar dolar piştgiriyê bidin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, piştî Zîrweya Ewlekarî û Pêşketinê ya Cîddeyê ya ku li Erebistana Siûdî hat lidarxistin, welatên KHKyê û Amerîkayê daxuyaniya hevpar da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, Amerîka kêfxweş e ku Koma Kordînasyona Ereban a ku 10 saziyên pêşketina neteweyî û fînansê yên Ereban li xwe digire, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiya xurek a herêmî û navneteweyî dê 10 milyar dolar piştgiriyê bide.
Her wisa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku welatên KHKyê jî kêfxweş in ku Amerîkayê daxuyand ku dê ji bo heman mebestê, piştgiriya bi milyarek dolarî bide.AA