Ji bo George Floyd merasima cinaze ya ewil li Mînneapolîsê hat kirin

Merasima cinaze ya ji bo Floyd li kampusa Zanîngeha North Centralê ya li bajarê Mînneapolîsê hat kirin. Di merasimê da malbata wî, hevalên wî, miletên der û dorê, pêşengên olî û siyasî beşdarî merasimê bûn.

Ji bo George Floyd merasima cinaze ya ewil li Mînneapolîsê hat kirin

 Li Mînnesotayê ji bo George Floydê ku bi tundiya polêsan can da merasima cinaze ya ewil hat kirin.

Merasima cinaze ya ji bo Floyd li kampusa Zanîngeha North Centralê ya li bajarê Mînneapolîsê hat kirin. Di merasimê da malbata wî, hevalên wî, miletên der û dorê, pêşengên olî û siyasî beşdarî merasimê bûn.

Çapemeniya Amerîkayê dîmenên merasimê bi zindî weşand.

Di merasimê da ji beşdaran hat xwestin ku bila bo Floydê qasî 8 deqîqe û 46 saniye merasima rêzgirtinê bê kirin. Lewra polêsan bi qasî 8 deqîqe û 46 saniye çoka xwe kutabûn ser histûyê wî û bi bênhçikandinê va bûbûn sedema mirina wî.

Bûyer

Polêsan sêşema hefteya çûyî li Mînneapolîsê ji ber şika xapandinê George Floydê reşik ê 46 salî binçav kiribûn. Polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî, li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.

Welatiyên ji wê derê ra derbas dibûn bi têlefonê dîmena bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn, gelek kesan bertek nîşan dabû.

Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wê miribû.

Piştî wan dîmenan û li Amerîkayê tundiya polêsan a li dijî kesên reşik dîsa hatibû rojevê, xwepêşandanên li Mînneapolîsê dest pê kiribûn li gelek bajarên welêt belav bibûn.

Ji ser bûyera Floyd ra hefteyek derbas bû, Washîngtona paytext û New Yorkê jî tev herî kêm li 40 bajarî derketina derva ya bi şev hat qedexekirin.

Li 25 bajaran ji bo ku alîkariya polêsan bikin û xwepêşandan dawî bibin Yekîneyên Parastina Neteweyî jî dest bi kar kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE