Serokwezîrê Yewnanistanê Kîryakos Mîçotakîs got: "Ji bo gotûbêjê em her gav amade ne û di vê çarçoveyê da jî em wê gava ewil a ku Tirkiye bi armanca dawî li rageşiyê bê diavêje, razî ne."
Mîçotakîs û Skereterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Qesra Maksîmûyê hatin bal hev û piştî hevdîtinê jî herduyan di civîna çapemeniyê ya hevpar da der heqê têkiliyên Tirk-Yewnan û Rojhilatê Behra Spî da daxuyanî dan.
Mîçotakîs di axaftina xwe da got ku Rojhilatê Behra Spî hemû endamên NATOyê eleqedar dike û îdia kir ku Tirkiye li herêmê ji bo "xiroşme kirinê" hewl dide.
Di berdewamiya axaftina xwe da Mîçotakîs got ku Yewnanistan dixwaze mijarên nelihevkirinê bi rêyên aştiyane bên çareserkirin û wiha pê da çû: "Ji bo gotûbêjê em her gav amade ne û di vê çarçoveyê da jî em wê gava ewil a ku Tirkiye bi armanca dawî li rageşiyê bê diavêje jî razî ne."
AA