Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ji bo ku di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî da hevdîtin careke din bilez dest pê bikin, şert û merc çêbûn.
Macron li New Yorkê ku ji bo Lijneya Giştî ya 74emîn a NYyê lê ye, civîna çapemeniyê li dar xist.
Macron diyar kir ku divê Îran nebe xwediyê çeka nukleerê, krîza li Yêmenê bi dawî were, li herêmê ewlekarî were edilandin û herwiha astengkirinên aboriyê jî divê rabin. Macron herwiha destnîşan kir ku di çarçoveya Lijneya Giştî ya NYyê da ew ligel Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas û Serokomarê Misrê Ebdulfetah es-Sîsî hat cem hev.
Macron herwiha got ku ew cuda cuda bi Serokê Amerîkayê Trump û Serokkomarê Îranê Rûhanî ra jî hat cem hev û û wiha got, "(Di navbera Trump û Rûhanî da) Ji bo ku hevdîtin careke din bilez dest pê bikin, şert û merc çêbûn."
Macron bal kişand ku divê Îran û Amerîka êdî gavê biavêjin û wiha got, "Amerîka di hin mijaran da bêyî ku fikra wê tunebe astengkirinan (dijî Îranê) ranake."
Herwiha Macron bal kişand ser wê yekê ku Rûhanî niha li Amerîkayê ye û lewma jî ev yek ji bo pêkhatina hevdîtina navborî firsendek e.
AA