Hat ragihandin ku li Iraqê, Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Hewlêrê ji bo kesên ku dîplomatê Tirk Osman Kose şehîd kir, jê cezayê idamê da 2 kesan.
Li gorî nûçeya li ser malpera Rûdawa ku navenda wê Hewlêr e, danîşîna doza şehîd Kose û kuştina du welatiyên Iraqê bi rê va çû.
Parêzer Bîrzo Seîd ku li ser mijarê daxuyanî da Rûdawê wiha got, "Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Hewlêrê der heqê bûyera kuştina dîplomatê Tirk da ceza da 6 kesan. 2 kesan idam, yekî salek hebs, 3 kesên mayîn jî her yekî 2 sal cezayê hebsê xwarin."
Kose 17ê Tîrmehê 2019an li bajarê Hewlêrê yê Iraqê di restoranekê da rastî êrîşeke çekdar hatibû û şehîd bûbû.
AA