Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo karûbarê Sûriyeyê Geir Pedersen got, "Ez nikarim weke ku ji bo Îdlibê çareseriyeke efsûnî heye tevbigerim, lêbelê ez di wê baweriyê de me ku bi hevkariyeke navneteweyî û hewleke dilsozî çareserî mumkun ne."
Konseya Ewlekariya Neteweyî ya NYê (UNSC) ji bo gotûbêja li ser rageşî pevçûnên li Idliba ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê civiya.
Pedersen bi rêya vîdyo konferansê agahî da UNSCê û anî ziman ku ji ber êrîşên asîmanî û pevçûnan hejmarek gelek kes ji cih û warê xwe bûn û gelek sivîlan canê xwe ji dest dan.
Pedersen anî ziman ku li Îdlibê "karesateke mirovî" heye û destnîşan kir ku di nava 2 mehên dawîn de bi sedan sivîl hatine kuştin û nîv milyon kes ji cih û warê xwe bû.
Geir Pedersen got, "Ez nikarim weke ku ji bo Îdlibê çareseriyeke efsûnî heye tevbigerim, lêbelê ez di wê baweriyê de me ku bi hevkariyeke navneteweyî û hewleke dilsozî çareserî mumkun ne."
AA