Encûmena Herêmî ya Bajarê Afrinê ji bo kesên ku di konan de dijîn û mexdûr in, mazot belav kir. Ev mazot di demsala zivistanê de ji bo şewatê wê bê bikaranîn.
Li Sûriyeyê ji bo kesên ku di konan de dijîn şewat hewce ye.
Encûmena Afrinê ji bo ku koçberên di konan de mexdûr nebin, mazot belav kir.
Mazot li 375 malbatan hat belavkirin. Ji bo her malbatî 60 lître mazot hat dayîn.
Koçberan bîdonên xwe mazot tije kirin û birin.
Encûmena Afrinê wê vê xizmeta xwe bidomîne û 15 rojan carekî mazotê belav bike.