Ji bo koçberan mizgeft hat avakirin

Xebat û xizmetên Turkiyeyê yên li Sûriyeyê dewam dikin

Ji bo koçberan mizgeft hat avakirin

Xebat û xizmetên Turkiyeyê yên li sûriyê bênavber didomin. Weqfa Diyaneta Turkiyeyê û Weqfa Mahmud Hudayî bi hev re ji bo koçberên li kampa şemraxa Ezazê mizgefteke 600 kesî çêkirin.

sazî û weqfên Turkiyeyê ji bo alikariya mexdûr û koçberên li Sûriyê dixebitin.

Herî dawî ji bo koçberên li kampa Şemraxa Ezazê mizgeftek hat çêkirin.

Mizgefta 600 kesî, bi hevkariya Weqfa Diyaneta Turkiyeyê û Weqfa Mahmut Hudayî hat avakirin.

Kordînatorê Weqfa Diyaneta Turkiyeyê  Mehmûd Temellî got: “Tunebûna mizgeftê kêmasiyeke mezin bû. Li ser daxwaza gelê kampê me ev çêkir.”

Her wiha, koçberên li kampê jî li ser vê xebatê sipasiya weqfan kirin.

“Ev mizgeft li kampa el-Mûqaweme ya li gundê Şemarêxê hat avakirin. Ji ber ku li vir mizgeft tunebû Weqfa Diyaneta Turkiyeyê û Weqfa Mehmûd Hudayî ji me re ava kirin. Em spasî her du weqfan dikin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE