''Ji bo ku Iraq ji PKKya rêxistina terorê bê paqijkirin wek Türkiye emê piştgiriyê bidin''

''Ji bo ku Iraq ji PKKya rêxistina terorê bê paqijkirin wek Türkiye emê piştgiriyê bidin''

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyand ji bo ku Iraq ji PKKya rêxistina terorê bê paqijkirin çi ji destê Türkiyeyê tê ewê bike.

Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyîn ra li Wezaretê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Wezîr Çavuşoglu got di têkoşîna dijî terorê da Türkiyeyê piştgiriyê bide Iraqê û wiha dewam kir: "Di demên dawîn da li Iraqê dijî PKKyê mutabaqatek heye. Bi taybetî ji bo PKK ji Şengalê bê paqijkirin peymanek heye. Ji bo dahatûya Iraqê ev peyman girîng e ku bikeve rewacê."

Çavuşoglu anî ziman PKKya rêxistina terorê li Iraqa bakur êrîşî Kurdan dike û wiha axivî: "PKKya rêxistina terorê Kurdan temsîl nake. Beriya her tiştî PKKya rêxistina terorê dijmînê Kurdan e. Li Türkiye, Iraq û Sûriyeyê êrîşî Kurdên serî natewînin dike. Di demên dawîn da ji ber vê li Iraqa bakur êrîşî Kurdan dike."

Wezîr Çavuşoglu bal kişand êrîşên PKKyê yên li Hewlêrê û wiha axivî: "Li Sûriyeyê PKK, YPG ev heman rêxistin in. Navê wan ne girîng e, êrîşî birayên me yên Kurd ên serî natewînin dike. Jixwe zilmê komên din ên wek Aramî, Êzdî, Ereb, Sun û Şiî herkesî dike. Ji bo ku Iraq ji PKKya rêxistina terorê bê paqijkirin çi ji destê Türkiyeyê tê ewê bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE