"Ji bo ku NATO li Sûriyeyê rolek hilde daxwaz çênebû"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg: "Ji bo ku NATO li bakurê rojhilatê Sûriyeyê mîsyonê hilde ser xwe daxwaz çênebû"

"Ji bo ku NATO li Sûriyeyê rolek hilde daxwaz çênebû"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg der barê rola muhtemel a îtifaqê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê da got ku"Ji bo ku NATO li bakurê rojhilatê Sûriyeyê mîsyonê hilde ser xwe daxwaz çênebû."

Stoltenberg beriya rûniştinên roja ewil a Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê yên ku dê du rojan li Brukselê bidome daxuyanî dan çapemeniyê û got ku di roniya geşedanên dawîn da ji ber ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê şidet gelekî kêm bûye kêfxweş e.

Stoltenberg li ser pirsa nûçegihana AAyê ya wekî "Di herêma ewle ya ku dê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin da gelo NATO difikire tu rolekî hilde ser xwe yan na?" got ku "Ji bo ku NATO li bakurê rojhilatê Sûriyeyê mîsyonê hilde ser xwe daxwazek çênebû."

Stoltenberg destnîşan kir ya girîng ew e ku ji bo qeyrana siyasî ya li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî bê dîtin. Stoltenberg destnîşan kir nîqaşên der barê NATO hê jî dê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê rolekê bilîze yan na jî dibe ku bêîstiqrariya berdest zêde bike û da zanîn ku îtifaq bi hêzdarî piştgirî dide pêvajoya siyasî ya ku li ba Neteweyên Yekbûyî (NY) tê meşandin."

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE