Ji bo êlegzeran li Parîsê qedexeya çalakiyê

Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Christophe Castaner diyar kir ku wî, çalakiya ku êlegzer plan dikin ku şemiyê li Parîsê li ser Kolana Champs-Elyseesê bikin, qedexe kir

Ji bo êlegzeran li Parîsê qedexeya çalakiyê

Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Christophe Castaner ragihand ku wî, çalakiya ku êlegzer plan dikin ku şemiyê li Parîsê li ser Kolana Champs-Elyseesê bikin, qedexe kir.

Castaner di daxuyaniya xwe ya li Meclisa Neteweyî da îdia kir ku êlegzer dê di çalakiya ku plan dikin ku şemiyê li ser Kolana Champs-Elyseesê bikin da dê bûyerên nû yên tundiyê derxin û lewma jî wî telîmat da Midûrê Ewlekariya Parîsê Didier Lallement ku vê çalakiyê qedexe bike.

Castaner got ku piştî bûyerên li dû çalakiya di 16ê adarê da Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron xwest ku tedbîrên ewlekariyê bên zêdekirin û ji ber vê çendê jî ew hewl didin ku di xwepêşandanan da bûyerên tundiyê dubare nebin.

Hkûmetê hefteya çûyî li êlegzeran qedexe kiribû ku li ser Kolana Champs-Elyseesê çalakiyê bikin.

Êlegzer di 16ê adarê da ji bo protestokirina polîtîkayên rêveberiya Macron li seranserê welêt cardin derketibûn ser kolanan û polêsan jî li Parîsê bi xaza îsotê û ava guvaştî midaxaleyî xwepêşandêran kiribû.

Xwepêşandêrên ku li Parîsê li ser Kolana Champs-Elyseesê hatibûn cem hev, kevir û şûşe avêtibûn polêsan, agir berdabûn çend barîqatan, gelek mixaze û restoran talan kiribûn. Çalakvanan agir berdabûn mixaze û restoranên çend marqeyên navdar jî.

Di çalakiyê da 192 kes hatibûn binçavkirin û herwiha 17 jê polês 42 kes jî birîndar bûbûn.

- Di protestoyan da 11 kesî jiyana xwe ji dest da

Çalakiyên êlegzeran ku pêşiyê wekî berteka dijî zemên sotemeniyê û şertên giran ên aboriyê dest pê kirin û dû ra vergerand xwepêşandanên dijî rêveberiya Serokomar Emmanuel Macron, ji 17ê Mijdara 2018an vir va dewam dikin.

Li gorî amarên ku hikûmetê parve kirin, di çalakiyan da heya niha 11 kesî jiyana xwe ji dest da, ji 2 hezarî zêdetir kes birîndar bûn, ji 8 hezar û 400î zêdetir kes hatin binçavkirin û herwiha li qedera 2 hezar kesî jî cezayê hebsê hat birîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE